Ahmet Aydın
19 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Serokomarê Qazaxistanê Nûrsultan Nezerbayev weke serokomar biryarnameya ku posta xwe fesix dike îmza kir.
Nezerbayev di xîtaba xwe ya ji bo gel ya di televizyonên dewletê de destnîşan kir ku xîtaba wî ya îro taybet e, li ser navê xwe biryarek zehmet daye û got, "Weke serokomar min biryara fesixkirina desthilatiya xwe da."
Serokomar Nezerbayev anî ziman ku heta mîada erka wî biqede dê desthilata wî ya serokomariyê dewrî Serokê Senatoyê Qasim Comerd Toqayev bibe û dê merasîma swûndxarinê ya serokomarê nû sibê li parlementoyê bê lidarxistin.
Nezerbayev piştî axafitnê biryarnameya derbarê fesxa desthilatiya xwe ya serokomariyê ya ji 20ê adarê şûn da, îmza kir.
Toqayevê ku sibe bi swûnda li parlementoyê erka serokomaryiê ji Nezerbayev bistîne, dê heta 2020an li wê postê bimîne.
Nezerbayev 6ê temmûza 1940î li navçeya Kaskelena Qazaxistanê jidayik bûye. Sala 1989an weke sekreterê yekemîn ê Komîteya Navendî ya Partiya Komînist a Qazaxistanê hat hilbijartin. 1ê meha berfanbara 1991ê ji sedî 98,7ê dengan sitend û bû serokomarê Qazaxistanê.
Mîada serokomariyê ya Nezerbayevê ku 30 salan welat bi rê ve bir, dê sala 2020an qediyaba.