Mehmet Tosun,Mümin Altaş
19 Îlon 2022•Rojanekirin: 19 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got: "Di vê asta em gihîştine da em dibînin ku têkiliyên Tirk û Amerîkiyan kemilîne. Heke hûn li gor nirxên hevpar bicivin zehmetiyeke ku hûn nikaribin ji binê wê rabin" namîne.
Erdogan li Rockefeller Plazayê beşdarî xwarina Komîteya Beralîkirina Neteweyî ya Tirk û Amerîkiyan (TASC) bû, silav da hemû welatiyên Tirk yên Amerîka bûye welatê wan ê duyem.
Serokomar Erdoğan anî ziman ew kêfxweş e ku bi nûnerên komeleyan, zanyar, akademîsyen, hunermend, werzişvan, karsaz û kesên cuda yên ji civaka Tirk û Amerîkiyan va civiya ye.
Erdogan got her çiqas fikr û baweriyên wan cuda be jî welatiyên Tirk tên bal hev û bi hev ra tevdigerin ku ev gelekî girîng e û wiha axivî: "Hûn qasidên dildar ên Tirkiyeyê yên li Amerîkayê ne, hûn nûnerên gelê me yên li ser vê axê ne. Li Amerîkayê eleqe bi Tirkan tê nîşandan ku di vê da para we jî heye. Ez li ser welat û gelê xwe spasiya şexsê we hemû welatiyên xwe dikim."
- "Em têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê bibiryar didomînin"
Erdogan got di nav welatên ku tesîra terorê herî zêde lê çêdibe û têkoşîna terorê tê dayîn da Tirkiye di serî da tê û wiha dewam kir: "Bêyî ku em cudahiyê bixin di navbera wan ji PKK-YPGyê bigire heta DEAŞê û FETOyê em têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê bibiryar didomînin û em ê bidomînin. Em ê siya tarî û xwînî ya terorê teqez li ser herêma xwe rakin."
Serokomar Erdogan wiha xeberda: "Em li bendê ne ku dostên me yên Amerîkayî li gor ruhê tifaqê di têkoşîna me ya ku em bi PKK-YPG û FETOyê ra didin da bi me ra tevkariyê bike. Ji bo ku serkirdeyê FETO û mensûbên rêxistinê teslîmî edaleta Tirk bikin, em teşebisên xwe yên li miqamên Amerîkan bi tîtîzî dimeşînin. Vê rêxistinê şeva 15ê Tîrmehê 252 însanên me bi nemerdî kuştin, bombe avêtin Meclisa me, qesta demokrasiya me kir. Divê digel wijdana maşerî ev rêxistin li ber hiqûqê jî mehkûm bibe. Ez bawer dikim ku hûn ê jî li her platformê qala rûyê rastîn ê van rêxistinên terorê bikin. Em dibînin ku gotinên nefretê, bi taybetî jî dijmintiya Îslamê û pêşdaraziyên dijî Misilmanan li tevahiya dinyayê zêde bûye. Mixabin civata Tirk-Amerîkan û Misilmanên Amerîkayî jî carinan rastî êrîşên bi vî rengî tên. Em ji dostên xwe yên Amerîkayî hêvî dikin ku ji bo vê hişmendiya seqet a ku dînê me û terorê wekî hev dinirxîne û dijî çalakiyên nefretê yên ser Misilmanan tevdîrên xurt hildin."

- "Em ligel hev in"
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye û Amerîka du şirîkên stratejîk û xurt in û wekî mitefîqên 70 salî dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û wiha dewam kir, "Em di NATOyê da ligel hev in? Em ligel hev in. Di NATOyê da ji 5 şirîkên herî girîng yek jî Tirkiye ye. Çi ji aliyê pere va be çi ji aliyê hêza bejayê va be ji 5 welatên herî girîng ê ku van piştgiriyan dide yek jê jî Tirkiye ye. Nexwe divê cihê Tirkiyeyê baş were fêmkirin, baş were zanîn û biryar li gor vê were dayîn, gav li gor vê werin avêtin."

Erdogan bal kişand, her çiqas di hin meseleyên têkildarî ewlekariya neteweyî ya xwe da hin nêrînên wan cuda bin jî, di gelek meseleyên herêmî û kurewî da helwesta wan û ya Amerîkayê mîna hev e û da bibîrxistin ku di hevdîtinên xwe yên digel Serokê Amerîkayê Joe Biden da wan li ser xurtkirin û kûrkirina dostanî û hevkariya herdu welatan, li hev kir.
Erdogan diyar kir, mijareke din a ku hevahengî û hevkariya wan a digel Amerîkayê li pêş e jî krîza Ukraynayê ye ku tesîr li hemû dinyayê kir û wiha dewam kir: "Di van gavên me yên ku me wekî mitefiqê bihêz û ewle yê NATOyê avêtin da alîkariya ku me da bi we hemûyan melûm e. Ez bi her wesîleyê balê dikişînim ser wê yekê ku serkeftiyê şerê ku heft mehên xwe tije kirin nabe, welatên kêmpêşketî di serî da bi awayekî neyînî tesîrê li hemû dinyayê dike. Nexasim gavên ku me bi Peymana Stenbolê va di warê korîdora çandiniyê da avêtin, ciyê dilxweşiya herkesî ye. Enflasyona serhevraz, bihayên xida û enerjiyê yên zêde dibin, mîna beşê mayîn yê dinyayê hûn jî ji ber van yekan tengezar in.

Wekî Tirkiyeyê em ê di serdema pêş me da jî hewldanên xwe bidomînin da ku şer bi rêya dîplomasiyê bi dawî bibe û bandorên wê yên neyînî yên herêmî û kurewî ji holê bên rakirin. Rêkeftina Stenbolê ya ku me digel Neteweyên Yekbûyî ji bo îxrackirina dexlê Ukraynayê pêk anî, nimûneya herî şênber ya van hewldanan e. Em dixwazin atmosfera erênî ya ku me di vir da bi dest xist, pêşiyê biqulibînin agirbestê, dû ra jî vegerînin aştiya mayînde. Ez bawer im ku em ê bi piştgiriya dostên me û civaka navneteweyî va vê yekê jî pêş bînin înşelah."