Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
15 Gulan 2025•Rojanekirin: 18 Gulan 2025
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara got, "Min Serokomar Erdogan ziyaret kir. Lîderek e ku 14 sal in li cem gelê me ye û wekî dewlet ketiye bin barekî mezin. Bi milyonan Sûriyeyî ezimandin. Min di wî da hezkirin, dostanî û ji bo ku Sûriye cardin rabe ser piyan, biryardariyeke tam dît."
Serokomarê Sûriyeyê Şara di Têlevîzyona Dewleta Sûriyeyê El-Îxbariyeyê da xîtabî gel kir.
Şara di axaftina xwe da diyar kir ku Sûriye ji serdemeke trajîk ra derbas bû û niha jî pêvajoya avedaniya jinûva da destpêkirin û wiha got, "Îro roja destpêka pêşketina modern a Sûriyeyê ye. Ev ax dê bibe welatê aştî û pêkvaxebatê."
Şara ji ber piştgiriya wî ya demdirêj a seba gelê Sûriyeyê, sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir û wiha got, "Min Serokomar Erdogan ziyaret kir. Lîderek e ku 14 sal in li cem gelê me ye û wekî dewlet ketiye bin barekî mezin. Bi milyonan Sûriyeyî ezimandin. Min di wî da hezkirin, dostanî û ji bo ku Sûriye cardin rabe ser piyan, biryardariyeke tam dît."
Şara bal kişand ku di serdema nû da ew dixwazin dorhêla veberhênana Sûriyeyê xurt bikin û li dijî midaxeleyên dereke jî li ser bingehê yekîtiya neteweyî ber bi pêş biçin û wiha dewam kir:
"Di vê çarçoveyê da Sûriye wan teahudên xwe dubare dike ku dê dorhêla veberhênanê xurt bike, mewzûeta aboriyê bi pêş bixe, sermayeya derekî û xwemalî jinûva saz bike, di pêvajoyên pêşvaçûnê da hêsankariyan bike. Em hemû veberhênerên Sûriyeyî yên li welêt û dervayî welêt, birayên xwe yên Ereb, dostên xwe yên Tirk û dostên li çarliyê cihanê vedixwînin da ku sûdê ji firsendên di sektorên cuda cuda da werbigirin."
Piştî axaftina Şara li Îdlib, Hums, Hema, Şam û Lazqiyeyê gel xwepêşandanên piştgiriyê gerandin.