Barış Seçkin
31 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Serokê berê yê Dewleta Vatîkanê û rêberê dînî yê berê yê Katolîkan Papayê Emerît Benediktusê 16em di 95 saliya xwe da mir.
Di daxuyaniya Vatîkanê da hat ragihandin ku Papayê Emerît Benediktusê 16em îro bi dema herêmê di saet 09.34an da li Manastira Mater Ecclesiaeyê ya li Vatîkanê mir.
Rêberê dînî yê berê yê bi esilnav Joseph Ratzinger ê piştî wekî rêberê dînî yê Katolîkan hatibû hilbijartin, navê "Papa Benediktusê 16em" wergirtibû, 95 salî bû û ji sala 2013an a dest ji peywira papatiyê kişandibû û vir va li Vatîkanê vekişiyabû înziwayê.
Benediktus di Hilbijartina Papatiyê da ya di 19ê Nîsana 2005an da di şûna Papa Ioannes Paulusê 2yem (Jean Paulê 2yem) ê di sala 2005an da miribû wekî Papayê 265em ê Dêra Katolîkan hatibû hilbijartin.