Önder Beyter
02 Tebax 2020•Rojanekirin: 03 Tebax 2020
etbîqata eskerî ya berfireh a hêzên asîmanî û bejayî yên Tirkiye û Azerbeycanê didome.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Azerbeycanê, tank û zirîpoşên ku di çarçoveya tetbîqatê da derketin çolê, peywirên curbecur bi cih tînin.
Di tetbîqatê da bandor û kordînasyona cîbicîkirina peywirên sipartî, veguhestina piştgiriyê di dema operasyonên şer da, tesîra personel, çek û techîzatê eskerî tên kontrolkirin.
Ji herdu welatan hem hêzên asîmanî û hem jî yên bejayî di tetbîqatê da beşdar in. Tetbîqata hêzên asîmanî li Baku, Naxçivan, Gence, Kurdemîr û Yevlahê dê heya 10ê tebaxê bidome.
Tetbîqata hêzên bejayî jî li Baku û Naxçivanê dê heya 5ê tebaxê dewam bike.