Türkan Tosun
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ANKARA
Tirkiyeyê êrîşa terorê ya ku duh li Swata bajarê Pakistanê hat kirin, bi tundî şermezar kir.
Wezareta Karên Derva daxuyand di êrîşa terorê ya ku duh li bajarê Swata girêdayî eyaleta Hayber Pahtunhvayê ya Pakistanê hat kirin de gelek esker hatine kuştin û birîndar bûne ku Tirkiye ji ber vê pir xemgîn e.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa terorê ya xayîn bi tundî şermezar dikin, serê hikûmeta Pakistanê û gelê bira yê Pakistanê sax be, Xwedê şifayê bide birîndaran."
Artêşa Pakistanê daxuyandibû ku duh li herêma Kabalê di Geliya Swatê de dema eskeran werziş dikirin çalakvanekî xwekujiyê bombeya li ser xwe teqandibû.
Di êrîşê de 11 esker hatibûn kuştin û 11 esker jî birîndar bûbûn.
Rêxistina Tahrîkî Taliban a Pakistanê daxuyandibû ku êrîşê çalakvanê wan kiriye.