İdiris Okuduci
10 Mijdar 2023•Rojanekirin: 11 Mijdar 2023
Topeke ku Îsraîlê avêt Libnanê li herêma sînor li nexweşxaneyekê ket.
Li gor NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê, Îsraîlê bi topan êrîşî başûrê Libnanê kir.
Topeke ku Îsraîlê avêt, li bajaroka Meys el-Cebelê ya Libnanê li nexweşxaneyeke dewletê ket.
Ji ber ku top neteqiya, di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.
Di pevçûnên ku ji 8ê Cotmehê vir va di navbera artêşa Îsraîl û Hizbullahê da dewam dikin da 70 mensûbên Hizbullahê û 4 eskerên Îsraîlê hatin kuştin.