Muhammet Kurşun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump, bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed El Sanî re bi telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Trump di axaftinê de bal kişandiye ser hevkariya Emrîka û Konseya Hevkariya Kendavê û diyar kiriye ku ev hevkarî di têkbirina terorê û handana îstiqrara herêmî de muhîm e.
Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: "Serok (Trump) destnîşan kir ku ji bo sekinandina teşwîqên ji bo îdeolojiyên alîgirê tundiyê û rêgirtina li fînansa rêxistinên terorî hevkariya welatan muhîm e. Trump pêşniyar kir ku ji bo hemû alî cudahiyên xwe çareser bikin îcab bike dikarin li Koşka Spî jî civînekê çêkin."
Trump do jî bi Qralê Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz re axivîbû.