Nuri Aydın
16 Îlon 2025•Rojanekirin: 16 Îlon 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îsraîl dê careke din êrîşî Qeterê neke.
Trump li Ofîsa Oval dema pirsên rojnamegeran dibersivand, qala êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî Qeterê kir.
Trump destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu dê careke din êrîşî Qeterê neke û wiha got, "Qeter mitefiqekî pir baş e û gelek însan bi vê yekê nizanin."
Her wiha Trump bal kişand ku Îsraîl dê dijî Hemasê serî li tedbîrên din bide û wiha got, "Netanyahu dê careke din li Qeterê nede, dibe ku bide dû wan (Hemas)."