Ahmet Dursun
08 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2026
Operasyonên Bazirganiya Behrê ya Îngiltereyê (UKMTO) ragihand ku 51 mîlên behrê li bakurê Medînet eş-Şemala bajarê Qeterê tankereke neftê rastî êrîşê hat û di êrîşê da kuştî û birîndar hene.
UMKTO di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku tankereke li Kendava Besrayê diçû ji yekî zêdetir muhimatan va hat gulebarankirin.
Hat diyarkirin di êrîşa ku 51 mîlên behrê li bakurê Medînet eş-Şemala bajarê Qeterê hat kirin da kuştî û birîndar hene.
UKMTOyê bangî keştiyên li herêmê kir ku baldar bin û der barê fealiyetên gumanbar da rayedaran agahdar bikin.
Der barê berpirsên bûyerê û cureyê muhimata hat bikaranîn da hê tu daxuyaniyên femrî nehatin dayîn.