Davit Kachkachishvili
30 Tebax 2024•Rojanekirin: 31 Tebax 2024
Serokatiya Sererkaniyê ya Ukraynayê piştrast kir ku li Ukraynayê di 26ê tebaxê da balafireke şer a F-16 a li Amerîkayê hatiye çêkirin, ket.
Di daxuyaniya nivîskî ya ser hesabê Telegramê ya Serokatiya Sererkaniyê da hat ragihandin ku di êrîşên asîmanî yên ku Rûsyayê di 26ê tebaxê kirin da balafirên şer ên F-16 ên Ukraynayê firênên peywirê kirin.
Di daxuyaniyê da agahî hat dayîn ku F-16 ji bo pijiqandina êrîşa fuzeyan peywir kirin û hat gotin ku "Di dema muharebeya asîmanî da balafira F-16an kêrhatiyeke mezin nîşan da, çar fuzeyên seyrê yên dijmin bi fuzeyê ji çekan hat xistin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dema ku nêzî hedefê dibên peywendiya bi F-16an ra qut bû û ev hatin gotin:
"Dema nêzî hedefa pişt ra dibûn peywendiya bi yek ji balafiran ra qut bû. Wekî ku paşê derket holê balafir ket, pîlot mir."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji bo hînbûna sedemên qezayê li herêma ku balafir lê ket ji bo lêkolînan ekîbeke taybet hat peywirdarkirin.