Gülşen Topçu,Laith Al-jnaidi
28 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2024
Hikûmeta Urdunê ragihand ku êrîşa li dijî hêzên DYAyê ne li axa welatê wan li sînorê Sûriyeyê li dijî Baregeha Tenefê hat lidarxistin.
Berdevkê Hikûmeta Urdinê Muhenned Mubeydîn derbarê êrîşa ku tê de 3 eskerên DAYê hat kuştin û 25 jî birîndar bûn de daxuyanî da televîzyona El-Memlekeyê.
Mubeydîn ragihand ku êrîşa li dijî hêzên DYAyê ne li axa welatê wan li sînorê Sûriyeyê li dijî Baregeha Tenefê hat lidarxistin.
Baregeha Tenefê ya ku eskerên DYAyê lê dimînin, li sêgoşeya Sûriye-Iraq-Urdunê ye.
Di daxuyaniya DYAyê de hatibû ragihandin ku êrîş li bakurê rojhilatê Urdunê, li axa Urdunê pêk hatiye.