Önder Beyter
09 Tebax 2020•Rojanekirin: 09 Tebax 2020
Wezîra Enformasyonê ya Libnanê Menal Ebdusamed ragihand ku wî piştî teqîna mezin a li Bêndera Beyrûtê ku bû sedema mirina 158 kesî û birîndarbûna 6 hezarî zêdetir însanî, ji peywira xwe îstifa kir.
Ebdusamed di axaftina xwe ya li ser têlevîzyonê da wiha got, "Ez ji Libnaniyên ku me hêviyên wan neanîn cih lêborînê dixwazim. Ev yek mumkin nîne ku dê di kurtedemekê da guhertin çêbe. Piştî bobelata li Bêndera Beyrûtê, êdî rewşeke wisa nemaye ku hêvî û dawaza gel were bicihkirin, lewma ez jî ji peywira xwe ya di hikûmetê da îstifa dikim."
- Hejmara parlamenterên îstifa kirin derket 5an
Ji aliyekî din va ajansa fermî ya welêt a nûçeyan NNAyê ragihand ku parlamenter Nîme Eframê jî bertek nîşanî teqîna ku Beyrût hejand da û îstifa kir.
Bi vî awayî li Libnanê hejmara parlamenterên ku piştî teqîna li Bêndera Beyrûtê îstifa kirin, derket 5an.
Serokê Giştî yê Partiya Ketaîb a Xirîstiyanan Samî Cemayel eşkere kiribû ku wekî berteka li dijî teqîna li Bêndera Beyrûtê, 3 parlamenterên ji partiya wî, îstifa kirin.
Parlamentera serbixwe Paula Yakubyanê jî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kiribû ku wê jî wekî berteka li dijî teqînê, îstifa kir û bangî hemû parlamenteran kiribû ku bi awayekî giştî îstifa bikin.