Ahmet Aydın
23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
HEWLÊR
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu ku ji bo rêze peywenidyên fermî li Iraqê ye di çarçoveya serdanên xwe de, bi mebesta hevdîtinê digel Serokê Herêma Kurdistanê Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî gihîşt Hewlêrê.

Çavuşoglu li Balafirgeha Nêvdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê HKIyê Kerîm Sincarî, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Berpirsên Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê ve hat pêşwazîkirin.
Tê pêşbênîkirin ku Çavuşoglu di çarçoveya peywendiyên li HKIyê de, li Pîrmama girêdayî Hewlêrê li Qesra Serokayetiyê, bi civîneke ji çapemeniyê re girtî, digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.