Hakan Çopur
09 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2023
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li ser pêşnûmaya agirbesta li Xezeyê ya ku Amerîkayê di Konseya Ewlehiyê ya YE da veto kir got, "Amerîka di mijara Xezeyê da tenê maye."
Wezîrê Karên Derva Fîdanê di çarçoveya peywendiyên ligel endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) û Koma Têkiliyê ya Yekîtiya Ereban da li Wahingtonê ye û piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Antony Blinken ra mijar ji AA û TRTyê ra nirxand.
Wezîr Fîdan diyar kir ku Koma Têkiliyê ya Xezeyê di civîna bi Blinken ra bi awayekî pir zelal êşa û azara li Xezeyê diqewime aniye ziman û destnîşan kiriye ku raya giştî ya dinyayê jî berdevk û tercumanê îsyana di vê mijarê da ye.
Fîdan got, "Endamên Koma Têkiliyê bi berdewam binê wê yekê xêz kirine ku divê ev êş û azara mirovî ya li Xezeyê demildest bi dawî bibe."
- Vetoya Amerîkayê ya li KENY ya dijî banga ji bo li Xezeyê agirbest çêbe
Fîdan li ser pêşnûmaya agirbesta Xezeyê ya ku duh li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat rojevê û Amerîkayê veto kir jî sekinî û destnîşan kir ku, "Êdî Amerîka di vê mijarê da (Xeze) tenê maye, bi taybetî hevalên me di raydayîna li Yekîtiya Neteweyan da careke din ev yeka anîn ziman."
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku pêşnûmaya ji 193 welatên endam bi piştgiriya 97 welatan hatiye pêşkêşkirin, lê Amerîkayê veto kir û raya giştî ya hemû dinyayê dê vê binirxîne û wiha axivî, "Helbet em vê dibînin, me ev di hevdîtina xwe ya îro da jî anî ziman, Pergala Siyasî ya Amerîkayê jî der heqê mijarên Îsraîlê da neçar e. Ji ber vê Îsraîl di vê mijarê da bêperwa tevdigere û zilma xwe didomîne."
Fîdan diyar kir ku koma têkiliyê Koma Têkiliyê ya Xezeyê wê bê navber xebatên xwe bidomîne, li raya giştî ya dinyayê dê berdevkiya vê mijarê bike.
Fîdan bi bîr xist ku wê piştî Amerîkayê derbasî Kanadayê bibe, bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Kanadayê ra jî hevdîtinan bike, ji pey wir ra wê hin welatên Nordikê ziyaret bike.
-"Êdî tehemul nema"
Fîdan ev yeka jî anîn ziman:
"Em ji muxatabên me yên Amerîkayî ra bi awayekî eşkere sekna xwe ya di vê mijarê da tînin rojevê. Me li vê derê qala cidiyeta rewşê kir, bi awayekî eşkere binê vê yekê xêz kir ku êdî cihê tehemulê nemaye û me ji wan ra (Amerîka) destnîşan kir ku gavên divê bên avêtin çi ne."
Fîdan diyar kir ku di civîna ligel Blinken da li ser mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê jî axîvîne û wiha got, "Li vê derê helbet sekna me diyar e, ango di encama muzakereyên sêalî yên li NATOyê hatin kirin da Serokomarê me û Serokwezîrê Swêdê hebû, di encamê da mijarên em dişopînin hene." û destnîşan kir ku ji vê şûnda teqdîr ya TBMMyê ye.
Fîdan der heqê pêvajoya asayîbûna Azerbeycan-Ermenistanê da jî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo aştiyê dupat kir.