Utku Şimşek
07 Sibat 2024•Rojanekirin: 08 Sibat 2024
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di çarçoveya ziyaretên xwe yên fermî yên li Iraqê da bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ra hevdîtin kir.
Wezaretê der barê ziyaretê da wiha daxuyand: "Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler li gel Sererkan Orgeneral Metîn Gurak li Hewlêrê ye ku bi Serokê PDKyê Mesûd Barzanî ra hevdîtin kir. Di hevdîtinê da mijarên parastin û ewlehiyê yên herêmê hatin axaftin. Wezîr Yaşar Guler silavên Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan jî gihand."