Mücahit Aydemir
23 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2023
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku di navbera Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û artêşa Îsraîlê da qeyrana pêbaweriyê heye, ev yek di şerê Xezeyê da biryardariyê dijwar dike.
Rojnameya Yediot Ahronot di nûçeya xwe ya ku dispêre rayedarên siyasî û eskerî yên Îsraîlî da got ku ji bo Xezeyê operasyona bejayê nêzîk dibe, lê ji bo hêsîrên Îsraîlî yên di destê Hamasê da çareseriyek çênebûye û "hikûmet di mijarên sereke da tengasiyê dikişîne û nikare mitabaqatekê saz bike."
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Netanyahu rayedarên artêşa Îsraîlê yên payebilind wekî berpirsê her tiştî (Êrîşên ku Hamasê di 7ê Cotmehê da li dijî Îsraîlê dan destpêkirin) dibîne û hêrsa wî ji berpirsiyaran hatiye."
Li gor nûçeyê, piştî ku Hamasê di 20ê Cotmehê da 2 hêsîrên Amerîkayî berdan, Amerîkayê xwest ku hêsîrên din jî werin berdan û ji ber vê yekê ji bo ku operasyona bejayê ya li dijî Xezeyê were taloqkirin, rêvebiriya Amerîkayê zextê dide ser Îsraîlê.
Li gor nûçeya rojnameyê Serokê Amerîkayê Joe Biden wisa bawer dike ku "mijara rehîneyan ji operasyona bejayê jî ji hemû çalakiyên din jî pêşdatir e."
Di nûçeyê da bal kişandin ser gotinên Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari yên duh yên, "Em ê di çarçoveya biryara îradeya siyasî derbasî qonaxa din (herekata bejayî) bibin." û nirxandina, "Ev, ew rê ye ku peywirdarên payebilind ên di artêşa Îsraîlê da berpirsiyariya biryardayînê dewrî hikûmetê, nesaxim dewrî Serokwezîr dikin." hat kirin.
Di nûçeyê da hat balkişandin ku di navbera Natanyahu û artêşa Îsraîlê da krîza pêbaweriyê derket û wiha hat gotin, "Ev krîz, ji xeynî zirara ku di 7ê Cotmehê da gihîşt Îsraîlê, zirareke din pêk tîne."
Di nûçeyê da hat balkişandin ku "rêveberiyeke bi bandor" a Îsraîlê tuneye û wiha hat gotin:
"Ev (krîz) wê yekê dijwar dike ku li ser şer bê hûrbûn û biryar bê sitandin. Êdî pêdiviya Îsraîlê bi serkêşkiyeke bi bandor heye ku fokusî mîsyona xwe bûye. Li gorî îfadeyên peywirdarên siyasî û eskerî, hikûmet di wergirtina biryarên di warê mijarên bingehîn da ên di rojevê da zehmetiyê dikişîne."