Türkan Tosun
17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2019
Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson daxuyand wan bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra peymaneke Bretîxê ya nû pêk aniye.
Johnson beriya Civîna Serokên YEyê ya li Brukselê li ser medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got: "Me li ser peymaneke nû ya ku emê kontolê paşve hildin hevdu kir. Niha divê parlamento roja şemiyê vê pêk bîne."
Îngiltereyê di 2yê cotmehê da teklîfeke nû pêşkeşî YEyê kiribû û xwestibû madeya tevdîrê ya niqaş li ser tê kirin a di peymana Bretîxê da bila bê guherandin.
Îngîltereyê xwestibû Îrlandaya Bakur heta 2025an bila di nav têkiliyeke taybet û Yekîtiyê da bimîne. Yekîtiya Ewropayê pêşiyê ev qebûl nekiribû, lê paşê li ser muzakere kiribû.
Di referanduma sala 2016an da Îngiltereyê li hemberî ji sedî 48an, ji sedî 52 rayê va biryar dabû ku ewê YEyê biqetin.