Ekip
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser zilm û qetlîamên Îsraîlê got: "Ji ber ku Îsraîl ji bo terora ku dike hesab nade, her ku diçe di hedê xwe de nasekine. Loma jî wê Îsraîl hesab bide."
Çavuşoğlu li navçeya Manavgata Antalyayê li merasima vekirina bikomî de axivî û rexne li Îsraîlê girtin.
Çavuşoglu di axaftina xwe de bal kişand ser muraceeta Filîstînê li Dadgeha Cezayê û wiha nirxandin kir:
"Ji ber ku Îsraîl ji bo terora ku dike hesab nade, her ku diçe di hedê xwe de nasekine. Loma jî wê Îsraîl hesab bide. Îro birayê me Riyad el-Malikiyê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê tiştên ku bi destê Îsraîlê hatine kirin, gîhande Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Em ê dev ji vê meseleyê bernedin."