İdiris Okuduci
09 Mijdar 2023•Rojanekirin: 10 Mijdar 2023
NEBATIYE (AA) - Artêşa Îsraîlê bi bombeya fosforê ya spî û topên giran êrîşî herêmên sînor ên li başûrê Libnanê kir.
Li gor nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, Îsraîlê êrîşî başûrê Libnanê kir.
Artêşa Îsraîlê bombeyên fosforê yên spî avêtin Deşta El-Hiyamê ya li nava axa Libnanê.
Ji ber bombeya fosforê li ser deştê demekê "mijeke spî" çêbû, fosfora spî demeke dirêj li hewa ma.
Her wiha Îsraîlê derdora bajarokên Kefr Kella û Burc el-Mulkê û Girên Hamamîsê jî gulebaran kirin.
Hizbullahê jî daxuyanî da û diyar kir, wan bi moşeka ku hedefê dişopîne va êrîşî Metulaya niştewarê Îsraîlê kir.
Li ser sînor dengê pevçûna navbera artêşa Îsraîl û Hizbullahê tê.