Nour Mahd Ali Abu Aisha,Gülşen Topçu
30 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2023
Artêşa Îsraîlê ya ku Xeta Xezeyê bombebaran dike di 84 rojan da 106 rojnamevan kuşt.
Ofîsa medyayê ya hikûmeta li Xezeyê destnîşan kir li Xeta Xezeyê ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê li En-Nusayratê Kampa Penaberan rojnamevanekî din jî hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê nûçegihanê Kanala El-Qudsê Cebr Ebû Hedrus hatiye kuştin û ji 7ê Cotmehê heya niha hejmara rojnamevanên hatine kuştin derket 106an.