Ethem Emre Özcan,Mehmet Burak Karacaoğlu,Ömer Koparan,Ahmet Karaahmet
03 Gulan 2025•Rojanekirin: 04 Gulan 2025
Balafirên cengê yên Îsraîlê li Şama paytexta Sûriyeyê û li parêzgehên Hema, Lazqiye, Dera û Quneytrayê êrîşên asîmanî li dar xist.
Balafirên Îsraîlê ku herêmên Haresta û Tel Minîn kirin armanc, li hedefên li Hema, Lazqiye, Dera û Quneytrayê xist.
Tê gotin herî kêm 12 kes di êrîşan da hate kuştin, lê derbarê kuştiyan da hê meqamên fermî agahî nedane.
Balafirên Îsraîlê duhê jî li dijî cihekî nêzîkî Qesra Serokomariyê êrîş li dar xistibû.
Artêşa Îsraîlê derbarê êrîşên li Sûriyeyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşan da qadeke eskerî, hinek balafirşikên û binesaziya mûşekan kirine armanc.
Îsraîlê tehdîda wê yekê kir ku "dema pêwîst bû" ewê êrîşên xwe bidomîne.