Burak Dağ,Ethem Emre Özcan
13 Adar 2025•Rojanekirin: 14 Adar 2025
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser Şama paytexta Sûriyeyê.
Balafirên Îsraîlê li gorî saeta herêmî di saet 13.45an da li herêma Meşru Dummarê li avahiyekî xistin.
Di êrîşê da dengê du teqînên mezin hatin bihîstin, ji avahiyê ku êrîş lê hat kirin dûman bilind bû.
Wezareta Parastina Îsraîlê der heqê êrîşê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da Wezîrê Parastinê Yisrael Katz wiha got, "Culanî wê bibîne ku balafirên Îsraîlê li ser serê wî digerin û êrîşî hedefên terorîst dikin." û Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara tehdîd kir.
Katz her wiha got, "Ew ê destûrê nedin ku Sûriye ji bo Îsraîlê bibe tehdîd."
Di nûçeya Kanal 14ê ya televizyona ku li Îsraîlê weşanê dike da hat îdiakirin ku di êrîşa esmanî da navenda Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê hedef hatiye girtin.