Ahmet Dengeşik
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Li Licêya navçeya Diyarbekirê panelvana di rê da diçû agir pê girt û şewitî.
Panelvana klîma barkirî ya plaqe û navê ajokarê wê hê nehatiye bidestxistin ya ku di rêbejaya Diyarbekir-Bîngolê da diçû, li tanga Tapantepeyê ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, agir pê girt.
Li ser îxbarê, ji Genca Bîngolê û Licêya Diyarbekirê ekîbên îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Bi midaxeleya ekîban şewat hat temirandin lêbelê wesayît, tevî klîmayên tê da şewitîn û bûn bêkêr.