Serhat Zafer
21 Îlon 2026•Rojanekirin: 21 Îlon 2026
Li Ulaşa navçeya Sêwasê du wesayît li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê A.A. (55) û plaqeya wê 58 AGZ 664 e li ser rêya Sêwas-Meletiyê, li Xaçerêya Yukariadayê li wesayîta ku şofêrê wê U.K. (35) û plaqeya wê 58 ADZ 696 e qelibî.
Li ser cawdayînê polês, cendirme û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da her du şofêr û S.Ş. (43), M.K. (52) û M.O. (55) yên ku di wesayîtan da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.