Elif Orhan
06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
ANKARA
Anadolu Agencyê ku bi telîmatên Xazî Mustafa Kemal Ataturk di salên ewil ên Şerê Rizgariyê de ji bo ku "dengê Anadoluyê ragihîne dinyayê" hat avakirin, di sala xwe ya 96emîn de ji bo ku bibe yek ji ajansên herî baş ên dinyayê bi pêngavên jixwebawer pêş dikeve.
Anadolu Agency di heyama ku têkoşîna rizgariyê dihat dayîn peywireke krîtîk hilda ser milê xwe û ji ber vê yekê jî di dîroka Komarê de xwedî cihekî taybet e. Anadolu Agency di pêvajoya ku Têkoşîna Neteweyî dest pê kir de ji qenaleke tek û hêzdar têkoşîna serxwebûnê ragihand hemû welêt û dinyayê û ji ber serkeftina vê yekê jî serbilind e.
Anadolu Ageny her sal bêyî ku navber bidê pêşketina xwe berdewam dike. Anadolu Agency bi nêrîna nûçegihaniya "ewledar, bêteref, etîk û lezgîn" bi pêngavên jixwebawer ber bi sala xwe ya 100emîn ve pêş dikeve.
- Ziyareta Anitkabîrê
Salvegera 96emîn a damezrandina Anadolu Agencyê dê îro bê pîrozkirin.
Serokê Lijneya birêvebirinê û Midûrê Giştî Şenol Kazanci û lijneya pê re dê Anitkabîrê ziyaret bike û çelengê dayne ser mozoleya Mustafa Kemal Ataturkê damezrînerê Komara Tirkiyeyê û AAyê û di hizûra wî ya manewî de ji bo rêzdariyê bisekine.