Bestami Bodruk,Aydın Arik
09 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2022
Li Diyarbekirê welatî bi şefeqê ra li balonên sembola Kapadokyayê siwar bûn ku di çarçoveya Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê da anîn bajêr.
Çalakiyên Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê ya ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê li Diyarbekirê tê lidarxistin û duh dest pê kir, di roja duyemîn da bi tûra balonan dest pê kir.

Diyarbekirî ji bo ku balonên ji Kapadokyayê hatin anîn siwar bibin, bi şefeqê ra berê xwe dan Geliyê Dicleyê.
Di tûra balonê ya ku kom bi kom lê siwar dibin û her tûrek bi qasî 10 deqîqeyî didome da welatiyan derfeta dîtina ji hewa da ya sûrên dîrokî yên di Lîsteya Kelepora Dinyayê ya UNESCOyê da û her wiha Baxçeyên Hevselê, Keleha Hundurîn a dîrokî û binkeya Zanîngeha Dîcleyê bi dest xistin.

Balonên ji Geliyê Dîcleyê bilind bûn di kareya digel sûrên qedîm ên Diyarbekirê da hatin kişandin.
Welatî Yasemin Varola ku digel hevalên xwe li balonê siwar bû, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew heta niha li balonê siwar nebûye û wiha dewam kir, "Ez qet neçûme Kapadokyayê. Min zehf dixwest li balonê siwar bibim. Lewma em sibehê zû rabûn û hatin. Em pir kêfxweş in. Çalakiyeke pir xweş e."

Serdar Ozmenê tevî keça xwe ya 6 salî li balonê siwar bû jî wiha got, "Em pir kelecanî ne. Ez û keça xwe em sibehê zû şefeqê ji bo tûra balonê derketin rê."
Tûrên balonê li gorî şertên hewayê dê heya 11ê Cotmehê bidomin.