08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn ragihand, ji ber ku berf car caran dibare û cemed heye, li giştiyê bajêr sibê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Şahîn li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got ku li giştiyê bajêr berf dibare.
Walî Şahîn di daxuyaniya xwe da got: "Li bajarê me ji ber ku berf car caran dibare û pir cemed heye, dibistan sibê tetîl in."