28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
ANKARA
Bi saya sepana nû ya Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku seba cihaza "Apple Watch" û "Samsung Gear S2" û yên wekî wê hat amadekirin va êdî bikarhêner dê bi saetên xwe yên zîrek va jî bikaribin bigihêjin nûçeyên herî rojane û rast.
Di sepana saetên zîrek a ku bi sepana têlefonên zîrek û ya malpera fermî ya înternetê ya AAyê "aa.com.tr"yê ra senkronîze dişixule da nûçe serê her kêliyê dikarin bixuyên.
Di sepana saetên zîrek da vêga tenê nûçeyên tirkî tên belavkirin. Versîyona wan a îngilizî û erebî jî dê di kurtedemekê da bikevin xizmetê.
Bêucret dikarin bên daxistin
Sepan ji marketa "IOS Appstore" û "Samsung Galaxy Apps"ê dikarin bêucret bên daxistin.
Lînka sepana saeta zîrek a IOSê "http://aane.ws/applewatch" û ya Samsung Gear S2yê jî "http://aane.ws/samsunggear2" ye.