30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
ANKARA
Kovara Ekonomîzeyê "Xelata Ajansa Nûçeyan a Serkeftî ya Salê" da Ajansa Anadoluyê (AA).
Merasima Xelatê ya Karsazî, Siyaset û Aboriyê ya 8emîn bi destê Kovara Ekonomîzeyê li Rîxos Ankarayê hat kirin.
Yusuf Çoşkunê Alîkarê Wezîrê Pêşketinê di merasimê da xeberda û destnîşan kir ku xebatên Kovara Ekonomîzeyê ji nêz va teqîb dikin û wiha got: "Wek Wezareta Pêşketinê di qadên ku em ferq nakin û di warê çapemeniyê da Kovara Ekonomîzeyê vê valahiyê tije dike."
- "Xelata Ajansa Nûçeyan a Serkeftî ya Salê" dan AAyê
Kovara Ekonomîzeyê "Xelata Ajansa Nûçeyan a Serkeftî ya Salê" da AAyê û di merasimê da Rêvebirê Nasandin û Medyayê yê AAyê Burak Gayretlî xelata ku hat dayîn wergirt.