26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ANKARA
Ji aliyê Komeleya Marqeyên Dinê va Ajansa Anadoluyê (AA) hêjayê xelata "Stêrkên Zêrîn" hat dîtin.
Komeleya Marqeyên Dinê digel hevkariya Komeleya Huner, Çapemenî û Karsaziyê ya Navneteweyî (USTAD) li Navenda Çandê ya Fatma Semih Akbil a Zanîngeha TEDê bi navê "Xîtaba ji bo ruh" çalakiyek li dar xistin û ji ber piştgiriya wan a seba huner û hunermendan xelat dan hin dezgeh û şexsan.
Di merasîmê da ji ber nûçeyên çand û hunerê yên biqalîte xelata "Stêrkên Zêrîn" dan Ajansa Anadoluyê. Dîrektora Pêwendiya Dezgehî Esra Kireçciyê li ser navê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebirina Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci xelat ji destê Serokê USTADê Hakan Yilmaz û Alîkarê Serokê Komeleya Marqeyên Dinê Belgîn Turan wergirt.
Kireçciyê di axaftina xwe ya li merasîmê da destnîşan kir ku AA di 96emîn salvegera damezirîna xwe da bi 11 zimanî weşanê dike û ajanseke nûçeyan a global e û wiha got, "Ez slavên Midûrê me yê Giştî brêz Şenol Kazanci tînim. Em gelekî spasdar in ku we em hêjayî xelatê dîtine."
Di merasîmê da xelat dan Fahri Çaybaş, Semra Sezenoglu, Vedat Ozkan Turgay, Rektorê Zanîngeha TEDê Prof. Dr. Murat Tarimcilar û Cîgirê Midûrê Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê Metin Turan jî.