Özkan Bilgin
13 Hezîran 2025•Rojanekirin: 24 Hezîran 2025
Li Wanê bi germbûna hewayê ra tevgera li zozanên bilind zêde bû.
Herêma Kerapêtê ya li ser rêbeja Wan-Bahçesarayê ku raqima wê 2 hezar û 985 e û di warê çêre û kaniyên avê da dewlemend e, di van rojên dawîn da tije keriyên pez bû.
Ajeldarên xelkê herêmê û yên ku ji herêmên derdorê hatin, ajelên xwe yên ku zivistanê di hindûrû da bixwedî dikirin, bi vejîna siruştê ra derxistin zozanan.
Ajeldar seranserê havînê li zozanan ajelên xwe li çêreyên dewlemend diçêrînin û bi sayê zêdetir şîr bi dest dixin.
Berîvan rojê 2 caran pez didoşin û şîr dimeyinin dikin penîr, mast û nîvişk.
Yek ji ajeldaran bi navê Reşat Kaplan ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew her rojê 2 caran, 2 hezar pez diajon beriyê.
Casim Kaplanê ku alîkariya berîvanan dike jî destnîşan kir ku li gorî çêrîna ajelan rêjeya şîr diguhere.
Şivan Kaplanê ajledar jî got, "Hevjîna min astengdar e. Ji ber ku nikare bê, me meşa bêrîvanek ji xwe ra girt. Min sîgorteya wê jî çêkir. Tê 100 pezê min didoşe."
Ji bêrîvanan Yildiz Kaplanê jî anî ziman ku ew rojê 2 caran 2 hezar pezî didoşin.