İbrahim Atmaca
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Li Başkaleya navçeya Wanê Mustafa û Baran Erbayê ku bira ne, li herêmê di şert û mercên dijwar da hêştiran xwedî dikin û li ser berfê bi wan antrenmanan didin kirin da ku di pêşbaziyên herêmên Ege û Behra Spî da bibin şampiyon.
Mustafa û Baran Erbay li taxa Kocakoyê ya 30 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye, dijîn. Herdu bira di çewlika eqrebayên xwe da gavantiya 11 deveyan dikin.
Herdu bira her sibe radibin bi ceh û kayê alifê hêştiran çêdikin û alifê wan didinê, paşê wan dibin ser robarê nêzî gund û av didin.
Birayên Erbay hêştiran her roj tîmar dikin, binê ciyê wan paqij dikin, li ser girû eraziyên nêzî gund di nav berfê da bi wan antrenmanan didin kirin da ku xurt bibin.
Hêştirên ku di şert û mercên dijwar da tên xwedîkirin, li herêmên Ege û Behra Spî di organîzasyonan da dibin yekemîn.
Herdu bira roja xwe bi hêştiran ra derbas dikin, carinan ji paceya ku tê da radibin û rûdinên da xwarinê didin hêştiran.
Baran Erbay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo xwedîkirina hêştiran ew serê sibê zûtirî dest bi mesaiyê dikin.
Erbay diyar kir, divê meriv bi hêştiran ra mijûl bibe û wiha dewam kir: "Gavantiya hêştiran pir zehmet e, naşibe xwedîkirina pez û dewaran. Em ji bo wan alifê taybet amade dikin. Tenê dikarin gîhayê bistrî bixwin. Ez û birayê xwe em şeveqa sibê radibin û dest bi mesaiyê dikin. Em li kadînê alifê wan çêdikin û bi torbeyan dikşînin tewleyê. Em rojê sê danan alif didin wan û wan av didin. Em timî binê ciyê wan paqij dikin."
Erbay diyar kir, ji bo ku xurt bibin, em wan di nav berfê da dimeşînin û wiha dewam kir:
"Hêştirên ku em ji bo gulaşê xwedî dikin, di nav berfê da em bi wan antrenmanan didin kirin. Divê ev hêştir li ber xwe bidin. Wexta ku em wan di berfê da didin meşandin, xurttir dibin. Her kes hêştiran li çolan dibîne, lê em wan li ser berfê xwedî dikin. Di sermayê da xwedîkirina wan pir zehmet e, em dicemidin, lê dîsa jî wan baş xwedî dikin. Hêştirên ku em xwedî dikin, em wan seba çalakiyan dişînin Îzmir û Antalyayê."
Mustafa Erbay jî got ku piraniya roja wan bi xwedîkirina hêştiran va derbas dibe û wiha dewam kir: "Ez û kekê xwe, em demeke dirêj e ku gavantiya hêştiran dikin. Em piştî nimêja sibê dest bi kar dikin. Debara me ji vê derê tê. Em zehmetiyê dikşînin, lê xwedîkirina hêştiran îhmal nakin."
Erbay diyar kir, hêştirên ku wan xwedî kirin, 3 sal berê yek li Bodrumê, yek jî li Aydinê di Şampiyonaya Gulaşa Deveyan a Dinyayê da bûn yekemîn.