Önder Beyter
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 15 Îlon 2020
Endamê Hîndekariyê Dr. Cihan Onen ku li Bidlîsê bi wênegiriya xwezaya dirinde û fezayê ra eleqedar e, çar sal e wêneyên candarên li Çiyayê Nemrûdê dikişîne.
Gola Krater Nemrûdê ku 13 kîlomêtro dûrî navçeya Tetwanê ye, raqima wê 2 hezar û 250 mêtro ye û di çarçoveya projeya "Destînasyonên Bijarte yên Ewropayê (EDEN) da "Xelata Newazetiyê" wergirt, bi dewlemendiya xwezaya xwe va derdikeve pêş.
Endamê Hîndekariyê Dr. Cihan Onen ku deh sal berê li Zanîngeha Bidlîs Erenê dest bi peywirê kir, gava hat bajêr, dest bi kişandina wêneyên candarên li Çiyayê Nemrûdê kir.
Onen bi navberên diyarkirî diçe Nemrûdê û hewil dide ku dîmenên jîngeha xwezayî ya candaran bikişîne. Onen digel ku carinan rastî êrîşa hirçan tê, lêbelê dîsa jî xebatên xwe didomîne.
Onen di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ev 4 sal e ew wênegiriya xwezaya dirinde wekî hobî didomîne û her wiha di vê çarçoveyê da jî wêneyên ajalên li Nemrûdê dikişîne.
Onen bal kişand ku li Çiyayê Nemrûdê gelek cinsên ajalan hene û wiha dewam kir:
"Êvarê serê her kêliyê dikarin êrîş bikin. Gava hûn vî karî bikin, divê hûn tedbîra xwe jî bistînin. Gava hûn wêne bikişînin, heger hûn qadê baş ronî nekin, hûn ê nizanibin ka êrîş dê ji ku ra were. Li vê derê nexasim hirç zehf in. Çar sal e ez bi şev têm û li vê derê dimînim. Qedera 30 hirçî min dîtin. Min ji van wêneyên 20an kişandin. Li Nemrûdê ji xeynî hirçan gelek cinsên ajalan dijîn. Li vê derê rovî, mar û beraz jî hene. Li Nemrûdê min zêdeyî 50 cinsên çivîkan kişandin û qeyd kirin. Nemrûd ji bo gelek caran ciyekî mîna bihiştê ye. Ji bo ku di mijara van candaran da baldarî çêbe, ez van wêneyan dikişînim."