Bülent Mavzer
16 Adar 2022•Rojanekirin: 26 Adar 2022
Ciwanên li gundên Îdirê li ser berfê futbol dilîzin û wextê xwe xweş derbas dikin.
Li Îdirê ji ber berf û bagerê gundên li cihên bilind di binê berfê da man.
Li gundê Zorê ya 35 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e ciwan kar û barên rojane dikin, heywanên xwe alif dikin û paşê jî futbol dilîzin.
Zafer Dumanê li gund dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji bo dema xwe baş derbas bikin futbol dilîzin û wiha axivî: "Li vir piştî ku berf dibare em li ser berfê topê dilîzin û wextê xwe xweş derbas dikin. Her tim di meha adarê da berf dibare gundê me. Em jî piştî heywanên xwe alif dikin û av didin li ser berfê dilîzin."
Sadık Altuntaş jî got ew êdî hînê berfê bûne û wiha dewam kir: "Gundê me ji navê xwe diyar e, em li gundê Zorê dijîn. Li ser berfê lîstina topê zor û zehmet e lê tekane kêfa me jî ev e. Piştî kar û barê heywanan em wextê xwe yê mayî wiha derbas dikin."