Şener Toktaş,Fecri Barlık
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Kebaba Buryanê ya ku li Sêrt û Bidlîsê di nava tenûrên weke çalê de tê birajtin, tevî ku li herdu bajaran bû tescîldar rikaberiya di navbera wan de neqediya.
Kebaba Buryanê ya ku xwedî dîrokeke kûr e li Bidlîsê û herwiha li Sêrta ku salên 1892-1919 navçeya wê bû, bi dirêjê salan e bi destê aşpêjan tê birajtin.

Kebaba Buryanê ya ku li Sêrtê ji goştê berxan û li Bidlîsê ji goştê nêriyan tê çêkirin, him aşpêjên Bidlîsî û him jî yên Sêrtî di çêkirina vê lezzetê de berdewam in.
Li ser serî lêdana Îdareya Taybet a Wîlayeta Sêrtê ji aliya Saziya Patent û Markaya Tirkî ve 27 Temûza 2003yan bi navê "Kebaba Buryanê ya Sêrtê" hat secilandin. Herwiha di encama serîlêdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bidlîsê 26ê Çileya 2021ê ji wan re jî hat secilandin.

- Sêrt
Kebaba Buryanî ji ber ku beriya rojhilatinê tê servîskirin, navê "lezzeta ji xew raker" lê hatiye danîn. Li Sêrtê berxên nû jî şîr tên vekirin û li zozanan diçêrin tên serjêkirin û goştê wan di tenûra ku bi qasî 3 metoryan kûr e tê birajtin.
Aşpêjên Sêrtî herwekî aşpêjên Bidlîsê pesnê kebaba xwe ya buryanê didin.

- "Bila birakên me xwe aciz nekin buryan a Sêrtê ye"
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Sêrtê (TSO) Fuat Ozgur Çalapkulu ji nûçegihanê AAyê re destnîşan kir ku di nav herdu bajarên cîran de bi drêjê salan e rikaberiya "buryanê" heye û got, "Me sala 2003yan belgeya tescîlê sitend. Bi sitendina vê belgeya Saziya Patent û Markaya Tirkî me seciland ku buryan ya Sêrtê ye. Bila birakên me xwe aciz nekin buryan a Sêrtê ye."
Çalapkulu anî ziman ku Bidlîsê par belgeya tescîlê sitend lê ev nayê wê wateyê ku ev xwarin ya wê derê ye, tenê tê wê wateyê ku ev xwarin li wêderê jî tê çêkirin û got, "Em dixwazin xwîşk û birayên xwe yên Bidlîsê li Sêrtê biezimînin û buryanê îkramî wan bikin paşê bila ew bixwe biryarê bidin ka kîjan bi tamtir e."

- Bidlîs
Kebaba Buryanê ya Bidlîsê dîrokeke wê ya kevnare heye, di Seyahetnameya Ewliya Çelebî de tê destnîşankirin ku dema Sultanê Osmaniyan Muradê 4emîn di sefera Rewanê de tê bajêr ev kebab îkramî wî kirine.
Li bajêr saet derdora 03.00ê goştê nêriyan dadêhêjin nava tenûra 2,5 metro û qelpaxa hesinî datînin ser devê tenûrê û derdora devê wê bi heriyê tê seyandin. Goşt bi dilê xwe, bi qasî 2 saetan bi hilma ava di nava beroşa baqirî ya di nava tenûrê de dipije. Kebaba Buryanê serê şeveqê ji bo servîsê amade dibe.

- "Kebaba Buryanê ji Bidlîsê çûye Sêrtê"
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bidlîsê (TSO) Şahin Irgit destnîşan kir ku kebaba buryanê ya Bidlîsê ye û buryanpêjan xwe di vî warî de îsbat kiriye.
Irgit wiha got, "Sêrt pêşî navçeyeke me bû. Piştî ku bû wîlayet êdî li gorî şêwaza xwe buryanê çêdikin, li wêderê bêxwê çêdikin lê ême em xwê pê dadikin. Lê Tirkiye dizane buryan ya Bidlîsê ye. Me ev îsbat kiriye. Kebaba Buryanê ji Bidlîsê çûye Sêrtê."