Haydar Şahin
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2020
Nîhat Malaciyê 78 salî yê di zaroktiya xwe da pînekariya solan hîn bû û hê karê xwe didomîne li dikana xwe ya mêtreyekê ya zivistanê nikare sobeyê tê da bi cî bike solan pîne dike.
Malaciyê 35 sal berê dikana xwe ya li Îbrahîm Paşaya taxa Yaqutiyeya navçeya navend vekir li dikana xwe li pey nanê xwe ye.
Ji ber ku piçûk e Malaci nikare sobeyê jî dayne dikana xwe, ligel sir û seqemê bi eşq karê xwe dike.
Ji vir 5 sal berê xanima Malaci bavê 5 zarokan çû rihma Xwedê û ji wê rojê vir da bi zarê xwe yê herî piçûk ra jiyana xwe didomîne.
Nîhat Malaciyê 71 sal pînekariya solan dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wekî çirax dest bi vî karî kir û bi dilxwezî karê xwe didomîne.
Malaci got dema dest bi çiraxiyê kir zenaetkarî li ber çavan bû, bavê wî yê rihmetî anî cem hoste û got ku "hestûyên wî yê min goştê wî yê te ye" û bi vî awayî ji hosteyê xwe kar hîn bû.
Malaci diyar kir ku di dema zaroktiya wî da kesên dibistana navîn û lîse diqedandin dibûn rêvebirên dewletê û wiha axivî: "Kesên nedixwendin jî dibûn xwediyê meslegekî. Em jî bûn xwedî mesleg. Em bi xebatê hatin vî halî. Ya rastî berê her kes nedixistin zenaetkar. Li gor berê ciwanên nika li benda tiştên amade ne, çêkirin tune."
Malaci got wekî xizmetkar 25 sal û 6 mehan li Zanîngeha Ataturkê xebitî û teqawid bû û wiha pê da çû: "Ez qet ji vî meslegê dûr nemam. Wan çaxan jî di demên xwe yên zêde da min heman kar dikir. Dikana min qet nehat girtin. Ez li ciwanên nika mêze dikim çawa ku zorê bibînin şer dikin, hevdu berdidin. Şikur û qinaet nemaye."
- "Dibê bi helalî qezenc bikî, dirust bî"
Malaci got şeveqê zû tê dikanê û amadehiyên xwe dike û wiha axivî:
"Li dikanê sobhetê nakim. Li ciyê esnaftiyê tiştên wiha nabin. Hosteyên me wisa hînî me kirin. Ji ber ku hez dikim karê xwe didomînim. Dema merivek ji karekî hez neke jê xêrê nabîne. Ya rastî bi zorê tiştek naçe serî. Dibê bi helalî qezenc bikî, dirust bî. Ligel vî emrî me zarok û neviyên xwe mihtacê tu tîştî nekir û jiyana xwe didomînin."