Mesut Varol
22 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2022
Li Wanê di 23yê cotmeha 2011an da bi lerza 7,2yê erd hejiya û di vê erdhejê da 604 kes mirin, bi hezaran avahiyan xesareke giran hildan. Piştî erdhejê li Wanê veberhênan hatin kirin, avahî, dibistan û navendên kargehan hatin çêkirin û Wan ji nû va hat avakirin.
Li Wanê 11 sal berê di 23yê Cotmeha 2011an saet 13.41an da bi erdheja ku mezinahiya wê 7,2, navenda wê, gundê Tabanli bû hejiya û 26 saniye ajot.
Li bajêr 16 roj piştî erdhejê di 9ê Mijdara 2011an da jî bi lerza 5,6 erdhejeke din çêbû û zirareke mezin qewimî. Di erdhêja ewil a li Wanê da 604 û di ya duyemîn da jî 40 kesî can da û bi hezaran avahî hilweşiyan û zirar dîtin.
22.10.2022 Erdheja Wanê bû nîşaneya piştgirî û alîkariyê
Li Wanê di erdheja ku 23yê cotmeha 2011an çêbû da 604 kes mirin, gelek kes birîndar bûn û zirarke mezin gihîşt mal û avahiyên welatiyan.
Li Wanê hemû derfetên dewletê hatin seferberkirin. 295 ambulans, 56 wesayîtên UMKEyê, 6 firokeyên ambulans, 2 balafirên ambulans û 2 hezar û 400 personelên tenduristiyê sewqî Wanê kirin da ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê zûtirî pêk werin.
Piştî qewimîna erdhejê di 6 saetên ewil da li ser kavil 71 ekîbên xilaskirinê xebitîn û dû ra 140 ekîbên ji nava welêt li ser kavil xebatên xilaskirinê meşandin. Peywirdar bi şev û roj xebitîn da ku welatiyên di bin kavilan da xilas bikin. Her wiha 42 kûçikên perwerdekirî jî beşdarî van xebatan bûn. Ji 1673 kesên ku birîndar ji binê enqazan hatin derxistin 1037ê wan bi rêbejan gîhandin nexweşxaneyan, 194 birîndar jî bi balafirên ambulans û firokeyan gîhandin nexweşxaneyan. 12 ekîbên mobîl ên li taxên gundewar ji 11 hezar û 500 welatiyan ra di cih da xizmeta tenduristiyê kirin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê demê Serokwezîr bû. Erdogan di serî da, gelek wezîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên civaka sivîl piştî erdhejê hatin bajêr êş û jana welatiyan parve kirin.
Bi destê pisporên AFADê hat tesbîtkirin ku li herêmên ku erdhejê lê da, xesara giran gihişt 31 hezar û 870 xaniyan, 8 hezar û 849 kargehan û 9 hezar û 602 jî gom û tewleyan. Her wiha 18 hezar û 181 xanî jî wekî nîvxesar hatin tomarkirin.
- Tirkiye ji bo Wanê bû yek
Li Wana ku hemû welat ji bo alîkariyê seferber bûn, wezîran xebat li cih bi rê va birin û piştî erdhejê di maweyeke kin da kordînasyon pêk anîn û giranî dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê. Pey ra jî pêwîstiyên erdhejzedeyan ên sereke yên wekî xurek û starkirinê hatin dabînkirin.
Ji ber berdewamkirina lerzên dûmahîkê welatî ditirsiyan ku bikevin malên xwe û ji bo vê jî ewil 75 hezar kon hatin belavkirin. Piştî ku serma ket erdê û şûnda dewletê ji bo kesên bêderfet 35 bajarên konteyner yên ku ji 29 hezar û 500 konteyneran pêk dihat, ava kir. Bi vî awayî welatiyan derfet dît ku ji bo demekê serê xwe bixin bin banekî.
Di nava 11 salî ku ji ser erdhejê ra derbas bû da li Edremît, Îpekyolu, Tuşbaya navçeyên navendî û Erdîşê 17 hezar û 489 xanî ji alî TOKIyê va hatin temamkirin. Li gundan jî 8 hezar û 500 xanî hatin çêkirin û teslîmî mexdûran hatin kirin.
Bi armanca ku derd û êşên ji ber du erdhejên li Wanê qewimîn ji holê rabin di nav 11 salî da ji alî saziyên dewlet û saziyên civakî yên sivîl va gelek xebat hatin kirin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê û ji dervayî welêt jî bi armanca bajarê Wanê ji nû va bê avakirin alîkarî hatin kirin.