İbrahim Atmaca
24 Sibat 2020•Rojanekirin: 25 Sibat 2020
Ewran girte ser tepa Çiyayê Agiriyê û dîmenên xweş derketin holê.
Çiyayê Agiriyê ku ji Îran, Ermenistan û Nehciwanê va jî dixûyê, di nav sînorên Îdir û Agiriyê da ye û 5 hezar û 137 mêtre bilind e.

Çiyayê Agiriyê yê Mezin ku ji ber bilindahiyê wek "çatiya Tirkiyeyê" tê binavkirin, di binê berfê da maye û ewran jî çiya xemiland.
Ewrên ser tepa çiyê bala welatiyan jî kişand.