Fırat Taşdemir
28 Sibat 2025•Rojanekirin: 01 Adar 2025
Ji bo rojiya Remezanê wê welatî îşev rabin paşîvê û fitara ewil ya rojiyê jî sibê ye.
Nimêja terawîhê ya ewil wê îro êvarê bê kirin û îşev jî wê welatî rabin paşîvê û 1ê Adarê jî wê fitara xwe ya ewil vekin.
Her wiha di Remezanê da wê Şeva Qedrê di 26ê Adarê da be û roja ewil ya Eyda Remezanê jî dikeve 30yê Adarê.
Paşîva ewil di 05.08an li Îdirê dest pê dike û fitara ewil jî dîsa li heman bajarî di 18.02an be.
Paşîva dawîn di 06.18an da li Çanakkaleyê û fitara dawîn jî dîsa li heman bajarî di 19.12an be.
Li gorî hesabê hîva qemerî ya Serokatiya Lijneya Karên Dînî ya Serokatiya Diyanetê eşkere kir, wê hîva şewalê di êvara 29an ya Remezanê da bê dîtin û rojiya Remezanê 29 roj be.
Serokatiya Lijneya Karên Dînî sedeqeya fitreyê ya îsal jî wekî 180 lire destnîşan kiriye.