Abdullah Söylemez
03 Sibat 2022•Rojanekirin: 04 Sibat 2022
Geliyê Murad yê li navçeya Gîhadînê ye û bi kîlometreyan dirêj e û niha di bin berfa çar aliyê wê spî kiriye da li benda siruşthezan e.
Çemê Muradê li herêma Rojhilat ji çemên sereke yek e û geliyê tê ra derbas dibe jî bi heman navî tê zanîn. Meziniya gelî bi kîlometreyan dewam dike û zinar û berpalên wê jî gelekî zêde ne.
Gelî ji ber pire, zinar, sûlav û Çemê Muradê yê li ser xwe dihewîne bala mirovan dikişîne û di mehên zivistanê da jî bi barîna berfê va rengekî xwe yê nû radixe pêş çavan.
Ava ji ji sûlavên di gelî da ne ji ber sir û seqemê cemed girtine û bi zinaran va bûne şembelîk. Geliyê Muradê niha ji bo çiyagerên bi çiya û cemedê va hildikişin derfetên pir xweş li ser xwe dihewîne.