Hakan Sarı
26 Îlon 2023•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2023
Li Îpekyoluya navçeya Wanê Gola Erçekê mazûvaniya gelek cureyên teyr û tilûran dike.
Siruşthez û kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, li qeraxê golê û li qadên avî temaşeya teyr û tilûran dikin û timî herêmê ziyaret dikin.
Ergîn Yildirimçakarê ku li herêmê wêneyan dikişîne, diyar kir ku di hin serdemên salê da bi sedan teyr û tilûr tên ser Gola Erçekê û derdora wê.
Yildirimçakar destnîşan kir ku ji bo jiyana kovî roj bi roj hesasiyet zêde dibe û wiha dewam kir, "Di serdemên koçê da teyr û tilûrên wisa tên vir ku zêde nayên dîtin. Populasyona teyr û tilûran zêde dibe. Ji bo ku wêneyên teyr û tilûran bikişînin em hatin vir. Tesîra hişkahiyê li ser golê çêdibe, cihên mayînê teng dibin. Divê ev der were parastin."