Elif Orhan
14 Mijdar 2019•Rojanekirin: 16 Mijdar 2019
Li Arpaçaya navçeya bajêr piştî berfa ku demek kurt berê niha barî li çêwligên qazan xebatan dest pê kir.
Qaz piştî ku ji hêkê derdikevin biharê wan li merayan diçêrînin, di cotmehê da jî ceh didinê û xwedî dikin ku gir bibin û piştî berf barî dest bi serjêkirina wan kirin.
Jinên hilberîner niha ji bo ku qazên bi taybetî sifreyên zivistanê dixemilîne bên serjêkirin û firotin amadehiyê dikin û li Kuçukçatmaya gundê navçeyê tên bal hev.
Jin qazên ku mêrên wan an jî bi xwe serjê kirine bi zibare datînin nav ava germ û dipûrtikînin, paşê xwê dikin û didin ber tavê û goştên ku hişk dikin ji bo firotinê amade dikin.
Jin ji bo ku vî karî kêfxweştir bikin stranan dibêjin û goştê ku amade dikin zivistanê difroşin û piştgiriyê didin budçeya malê.
Ji gundiyên hilberînerê qazan Gulu Ulaşê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku qazên ev demeke dirêj e xwedî dikin piştî berf barî serjê dikin û wiha axivî: "Me 9 mehan qaz xwedî kirin, gir kirin, niha jî wextê serjêkirinê hat. Me ji bo serjêkirin û amadekirina goştê qazan gazî cîranan jî kir."
Ulaşê qal kir ku bi zabareyî qazan serjê dikin û goştê wan amade dikin û wiha axivî: "Em tevî cîranên xwe qazan serjê dikin ji bo ku bên rûçikandin qazan dixin nav ava kelandî û dipûrtikînin. Em paşê goştê qazan xwê dikin û 3 rojan didin ber tavê hişk dikin û paşê amade dikin û dest bi xwarinê dikin."
- Goştê qazên piştî berf dibare tên serjêkirin û xwêkirin bi tamtir dibe
Ulaşê got piranî piştî ku berf dibare û qaz di ava cemidî da sobanî dikin tên serjêkirin û wiha axivî:
"Em qazên ku xwedî dikin beriya zivistanê serjê dikin û zivistanê dixwin. Qazên vir ji ber ku berf li wan dixe, di ava cemidî da sobanî dikin û piştî serjêkirinê tên xwêkirin û hişkirin bi tamtir dibin. Em beriya sermawezê qazên navdar ên Qersê serjê nakin ji ber ku di vê mehê da berf dibare û li qazan dixe."
- "Em qazên ku ji bo me gelekî bi qîmet in ji mêvanên xwe ra serjê dikin û îkramî wan dikin"
Halîs Ulaşê hevserê Gulu Ulaşê jî ev got:
"Ji ber ku qazên Qersê navdar in em beriya barîna berfê wan serjê nakin. Demek berê niha berf barî û qazan serma dît û min bi xanima xwe ra gundî û ciran berhev kirin, me dest bi serjêkirina qazan kir. Ji bo ku goştê wan bitamtir be heta berf lê nexwe qaz nayên serjêkirin. Em qazên serjêkirî ji eqrebayên xwe, zarokên xwe yên li bajarên din ra dişînin û ji bo xwarina zivistanê ji xwe ra hildidin, yên mayî jî difroşin."
Ulaş got bi xwedîkirina qazan debara xwe dikin û wiha axivî:
"Qazek di navbera 170- 210 lireyî da tê firotin. Ji ber ku goştê me gelekî bi tam e em qazekê bi 200 lireyî difroşin. Em qazên ku ji bo me gelekî bi qîmet in ji mêvanên xwe ra serjê dikin û îkramî wan dikin."