Abdullah Söylemez
16 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2024
Halis Gunayê 61 salî yê ku li Xamura navçeya Agiriyê dijî, ji Çemê Muradê ya ku qismeke wê qeşa girtiye masiyan digire û bi wan debara xwe dike.
Gunayê ku di zarokatiya xwe da ji birayê xwe û apê xwe masîgirtinê hîn bûye temenê wî niha her çiqas gelekî mezin be jî vî karî didomîne.
Li herêmê zivistan dijwar e, lê Gunay serê sibê bi hevalên xwe ra tê qeraxa çem û amadehiyan dike ku ji çemê ku bi qismî cemidiye nêçîra masiyan bike.
Gunay cil û bergên xwe li xwe dike, daran bi lastîkên wesayîtan va girê dide û hildikişe ser wan ku masiyan bigire.
Gunayê ku di nav ava sar a cemidî da bi tora xwe va ji bo nanê xwe derxe têdikoşe dema masiyan digire pir kêfxweş dibe.
Gunay heta êvarê masiyan digre û tîne li navenda navçeyê û difroşe kiryaran.
Gunay 50 sal e debara xwe bi masîgiriyê dike.
Halîs Gunay ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew 61 salî ye û ji zaroktiya xwe pêva masîgiriyê dike.
Gunay daxuyand, dema ew masiyan digire, carina birî û bijangên wî diqerisin û wiha dewam kir, "Em havîn û zivistanê li ser vî çemî masiyan digirin. Em masiyan li kêleka rê û li navenda navçeyê difiroşin û pê debara xwe dikin."
Gunay destnîşan kir ku emrê wî di masîgiriyê da çû û ew êdî kal bûye û wiha dewam kir, "Li ser rûyê çem cemed diherike. Ji serê sibê vir va di nava avê da me. Em di dema qedexeya nêçîrvaniyê da masiyan nagirin. Em heta meha sibatê masiyan digirin, paşê jixwe qedexe ye."