Mehmet Can Toptaş
18 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2025
Gurê li navçeya Ozalpê ya Wanê bi zincîran hatibû girêdan û girtin, li Navenda Parastin û Rehabîlitasyona Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê tê parastin.
Di parvekirina ku li ser hesabê NSosyalê ya Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê hat parvekirin da, hat bibîrxistin ku gurê ku du roj berê li navçeya Muradiyeya Wanê hatibû girtin, di bin parastinê da ye.
Di parvekirinê da hat ragihandin ku gurê li navçeya Ozalpê hatibû girtin tê parastin.