Ahmet Kaplan
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Ji bo Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê hişyariya serma û berf û baranê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Meteorolojiyê hat dayîn, bi berf û barana ku wê sibê li herêmê dest pê bike va ji roja pêncşemê pê va hewa wê sar bibe, germa hewayê wê (di navbera 8 û 12 pileyan da) kêm bibe û li gor demsalê sartir bibe, seranserê hefteyê tesîra sermayê wê dewam bike, ji aliyê bakur û rojhilatê va jî cî bi cî berf tê payîn.
Tê payîn ku li herêmê germa hewayê li Diyarbekirê heta 6 pileyan, li Şanliurfayê heta 4 pileyan, li Mêrdînê heta 6 pileyan, li Batmanê heta 6 pileyan, li Sêrtê heta 7 pileyan û li Şirnexê heta 7 pileyan bikeve binê sifirê.
Ji welatiyan ra hişyariya cemed, qeşayê hat dayîn û hat gotin ku di çûyîn û hatinan da baldar bin.