Şeyma Güven
05 Sibat 2025•Rojanekirin: 09 Sibat 2025
Ji bo rojhilatê Şirnexê û Hekariyê hişyariya berfa zêde ya ku wê sibê bibare, hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku ji serê sibê pê va li rojhilatê Şirnexê û Hekariyê wê berfeke zêde bibare.
Ji ber rewşên neyînî yên li cihên bilind ên wek qeşa, şepe, bager û berfê û astengiyên di hatin û çûyînê da hişyarî hat dayîn ku welatî bi baldar û bi tevdîr bin.