Ahmet Aydın
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Li Şemzînan a navçeya Hekariyê mamosteya wênesaziyê Reyhan Karaçavuş di roja xwe ya îzna dawiya hefteyê de, bi elfûbêya Brailleyê dersê dide xwendekara xwe ya nebîna Kayser Taş û bi vî hawî jê re dibe alîkar.
Karaçavuşa Stenbolî ya mamosteya wênesaziyê ku berî 4 mehan tayîna wê derket Dibistana Sereta û Navînî ya Şevînî ya Herêmê ya Guzelkonakê ku bi qasî 20 kîlometroyan dûrî navenda navçeyê ye, ji bo xwendekara xwe ya astengdar a pola 5an Kayser Taşê bû hêvî.
Xwendekara wê Taşê ku ji ber astenga xwe nikare here dibistanê, bi saya mamosteya xwe êdî xwendina xwe didomîne.
Mamoste Karaçavuş fîdakariyê di roja xwe ya îzna dawiya hefteyê de dike û bi elfûbêya Brailleyê dersê dide Taşa xwendekara xwe ya astengdar û herwiha wê hînî teknîka meşa bi gopal dike.
Karaçavuşê ji bo nûçegihanê AAyê got ku di rojên xwe yên nû yên wezîfeyê de Taş îmtîhan kiriye û hewl daye şiyan û karînên wê derxe holê.
- "Ez gelekî hej xwendekara xwe dikim"
Mamoste Karaçavuşê anî ziman ku ji bo bi rehetî bi gopal bimeşe alîkariya xwendekara xwe dike û wiha got,"Beriya perwerdeyê pêdiviya hînbûna meş û xwarina bi tena serê xwe girêdan û berhevkirina porê xwe bibe. Piştî van pêdawistiyên sereke, me dest bi hîndekariya elfûbêya Brailleyê kir. Ez gelekî hej xwendekara xwe dikim."
Karaçavuşê destnîşan kir ku 2 xwîk/birayên din ên Taşê jî weke wê çavên wan nabînin û got, "Dema ji bo perwerdeyê ez çûm mala wan, min dît ku 6 xwîşk/bira ne û 3 ji wan astengdar in. Em perwerdeyê didine Kayserê dê ew hinekî bi kêrî xwe were. Lê xwîşkeke wê him çav û him jî ji zêhna xwe astengdar e, pêdiviya wê bi alîkariyê heye."