Şener Toktaş,Sabri Yıldırım
30 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 08 Tebax 2024
Jinên koçer ku havînê bi malbatên xwe ra ji herêmên germ koçî zozanên hênik ên Mûşê dikin, li zozanan vala namînin û gelekî diwestin.
Zozanên quntara Çiyayê Kurtîkê yê li Mûşê, seranserê havînê ji gelek malbatên koçer û bi hezaran serî pez xalî nabin.
Jinên ku bi malbatên xwe ra ji bajar û navçeyên derdorê ji germê direvin û koçî bajêr dikin, li zozanan di her qada jiyanê da dixebitin û alîkariya mêrên xwe dikin.
Bi hilhatina tavê ra jin dest bi kar û barên malê dikin û heta ku tarî bikeve erdê dixebitin. Jinên kedkar nan dipêjin, xurek çêdikin, cil û bergan dişûn û zarokên xwe xwedî dikin.
Jin rojê du danan pez û bizinan didoşin, şîrê wan dixin penêr, rûnê nivîşk û mast. Jin di warê xwedîkirina pez da jî alîkariya mêrên xwe dikin.
Ji jinan Gulistan Çetînbaşê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi salan e heywandariyê dikin, bi germbûna hewayê ra tên Mûşê û li zozanan konê xwe vedigirin.
Çetînbaşê diyar kir ku zozan hênik e û wiha dewam kir, "Em li vê derê rojê du danan şîr didoşin. Em serê sibê kuçik dadidin û li ser xurek çêdikin, di tendûrê da nan dipêjin. Her roj wiha derbas dibe. Ez vê gavê nan dipêjim. Ez ê paşê jî herim şîr bidoşim. Nêzî 300 serî pezê me heye."
Ji jinên bêrîvan Aynur Gunerê jî got ku nêzî 2 mehan e ew hatine Mûşê û derketin zozanê.
Gunerê daxuyand, piştî ku hewa sar bibe, ew ê dagerin herêmên ku jê hatine û wiha dewam kir, "Li zozanê hewa pir xweş e, lê jiyan pir zehmet e. Em rojê du danan tên û ez 400 pezî didoşim."
Ayşe Yildirimê jî got ku ew bi heywandariyê debara xwe dikin û wiha dewam kir, "Jin û mêr ferq nake, em hemû karan dikin. Em rojê du danan tên û şîr didoşin. Danê sibehê piştî dotina pez em paqijiya xwe dikin, xurekên xwe çêdikin û penêrê xwe davêjinê."