Sabri Yıldırım
10 Adar 2024•Rojanekirin: 19 Adar 2024
Jinên Mûşî ji bo meha Remezanê alîkariya hev dikin û nanê tendûrê dipêjin.
Dayika 8 zarokan Kiymet Bulduya 75 salî ya li Taxa Sunayê ya li navçeya Haskoyê dijî diyar kir ku nêzî 60 sal in ew nanê tendûrê dipêje.
Bulduyê got wan ji bo Remezanê dest bi amadekariyên xwe kirine û wiha axivî: "Ev kevneşopî bi salan e di nav malbata me da dewam dike. Em nan ji firinê nakirin. Nanê tendûrê xweş e û kartî nabe. Em nanê tendûrê hez dikin."
Ayten Aktaşa ji gundê Agaçlikê jî got beriya Remezanê jin alîkariya hev dikin û nan dipêjin.
Mixtarê Taxa Sunayê Vasîp Parildar jî daxuyand ku welatî alîkariya hev dikin û li mala ku tendûr lê heye bi dorê nan lêdixin.